Hezîran 30, 2020 23:22 Asia/Tehran
  • Şandeyek ENKS'ê serdana buroya PYD'ê ya li Kobanê kir

Şandeyek ENKS'ê serdana Buroya PYD'yê ya herêma Firatê ya li bajarê Kobanê kir. Di serdanê de mijarên girêdayî yekitiya Kurdên Sûriyê nîqaş kirin.

Ev cara yekê ye ku şandeyek ji buroya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) sardana Buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê ya li bajarê Kobanê dike.

Di serdanê de her du aliyan mijarên girêdayî girîngiya domandina danûstandinên pêkanîna lihevkirinek kurdî-kurdî û piştgiriya yekitiyê nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de, endama Desteya Rêveber a Buroya PYD'ê ya herêma Firatê Bêrîvan Hesen axivî û bi xêr hatina şandeyê kir. Bêrîvan got ev serdan dikevin xizmeta yekitiya Kurd kir. Her wiha destnîşan kir, bo ku nêrînên siyasî nêzî hev bibin divê xebat bêne meşandin û astengiyên li pêşiya pêkanîna yekitiyê derdikevin werin derbaskirin.

Bêrîvan Hesen wiha domand: “Yekitî bi asta nêzîkatiya me ji lihevkirinan, hewldana pêkanîna wê û pêşkêşkirina tawîzên ku her aliyek dikare pêşkêş bike ji bo ku ev şaştî derbas bikin, ve girêdayî ye. “

Di hevdîtinê de endamê ENKS`ê Yeşar Elî axivî û got: “Divê şaştiyên tekekesî werin derbaskirin, bi şêwazekê ku xizmeta berjewendiya gelê Kurd dike û ji bo alî bi hev re pêşkevin.”

Elî di dawiyê de got: "Kobanê destpêka hevgirtina Kurdî û şikandina çeteyên DAIŞ`ê bû. Niha dê bibe destpêka projeya yekitiya niştîmanî ya ku azadiya gelan armanc dike."

Girêdayî heman mijarê endamê Desteya Rêveber a buroya PYD`ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo got: “Armanca serdanê berdewamkirina lihevkirinên dawîn di navbera pariyên Kurd de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gotubêjkirina yekitiya niştîmanî ye.”

Di serdanê de her du aliyan pêwîstiya berdewamkirina mîna van serdanan destnîşan kir da ku serkeftinên hevpar pêk bînin û bigihêjin vînek û rêveberiyek ku tevahiya partiyên Kurd dihewîne.