Hezîran 28, 2020 21:27 Asia/Tehran
  • Terorîstên girêdayî Tirkiyê bi ser gundekî Girê Spî de girtin

Çeteyên girêdayî Tirkiyê bi ser gundekî rojavayê Girê Spî de girtin û gef li niştecihên wê xwarine ku heta çend rojan malên xwe bi cihbihêlin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku çeteyên girêdayî Tirkiyê, bi ser gundê Til Exder ê ser bi rojavayê gundewarên bajarê Girê Spî de girtine û gef li welatiyên wê xwarine da ku malên xwe bi cih bihêlin.

Li gor zanyariyên navendê, çeteyan ji bo derketina ji gund muhleta çend rojan dane welatiyan û gefa girtinê li her kesê ku vê yekê pêk neyîne xwarine.

Li gor zanyariyên heman navendê, niha li gundê navborî ji 950 malbatî tenê 8 malbat mane. Herwiha beriya êrîşa 9 cotmeha 2019 an û ketina bajarê Serê Kaniyê di bin kontrola artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de, hêjmara şêniyên wî gundê 3200 kes bû, lê niha tenê 32 kes tê de dijîn.

Girê Spî, li gel bajarê Serê Kaniyê di encama êrişa Tirkiyê ya bo ser herêmên kurdî di Cotmeha sala derbasbûyî de, ketibû  destê artêşa Tirkiyê û grûpên tundrew ên ser bi wî welatî ve.