Hezîran 03, 2020 00:26 Asia/Tehran
  • HSD‘ê cardin dewreyên perwerdeyê da destpêkirin

Hêzên Sûriya Demokraîtk (HSD) ji ber pandemiya Koronavîrusê navber dabû perwerdeyên leşkerî. Dewreyên perwerdeyê îro dîsa dest pê kirin.

Li Navenda Perwerdeya Navendî ya girêdayî HSD‘ê ya li herêma El-Kesrat a başûrê bajarê Reqayê bi merasîmekê 5 dewreyên perwerdeya leşkerî hatin destpêkirin. Dewreyek taybet ji bo jinên di nava HSD‘ê de ye.

Gelek fermandarên leşkerî, nûnerên rêveberiyên sivîl û xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêx û rûspiyên êlên herêmê û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tev li merasîma vekirina dewreyan bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre ji fermandarê HSD‘ê Heqî Kobanê axivî û vekirina dewreyan li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya şervanên ku tev li dewreyan bûne pîroz kirin. Heqî Kobanê şervanên tev li dewreyan bûne muxateb girt û got: "Berpirsyarek mezin ji bo parastina ax, gel û destkeftiyên ku bi saya xwîna hevalên we yên şehîd hatine bidestixin, dikevin ser milên we. "

Di dawiyê de şervanan sonda leşkerî xwarin.