Dagirkeran careke din zeviyên Zirganê dan ber agir
Hezîran 03, 2020 00:18 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê zeviyên çandiniyê yên başûrê navçeya Zirganê dan ber agir.
Leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li deverên dagirkirî li Sûriyê gulle ber bi zeviyên genim û ceh ên gundên başûrê navçeya Zirganê ve reşandin.
Ji ber gullebaranê agir bi zeviyên çandiniyê yên di navbera gundên Xireb Şiîr û gundê Xirbe Cemê de yên 3 km dikevin başûrê Zirganê ketin.
Leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê rê nadin tîmên agirkujiyê ku şewatê vemirînin. Şewat hîna berdewam e.