Hezîran 01, 2020 22:33 Asia/Tehran
  • Jinên li Minbicê sûcên li dijî jinên li Efrînê şermezar kirin

Jinên di nava rêxistinên civaka sivîl ên Minbicê de dixebitin bi daxuyaniyekê sûcên Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê şermezar kirin.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Fatma El-Hemîd bi amadebûna bi dehan jinan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku herêma Efrînê ji Adara 2018`an ve rastî binpêkirinên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê têne. Dagirkeran şêniyên Efrînê yên resen dan koçberkirin û binpêkirinên dûrî nirxên mirovî û rêgezên exlaqî li dijî sivîlan pêk tînin.

Di daxuyaniyê de rêxistinên civaka sivîl ên Minbicê û gundewarê wê sûcên li dijî jinên Efrînê, tundiya li dijî wan hatiye kirin şermezar kirin.Jinan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku dîmenên jinên tazî yên di girtîgehên dagirkeriyê de dinya hejand û hate gotin: "Heta niha ew jin û gelek jinên din girtî ne û nehatine berdan. Ev kiryarên çeteyan li dijî nirx û pîvanên mirovahiyê ne. Destdirêjiyek li dijî nirxên mirovahiyê ye. Tirkiyê di vî warî de xwedî dîrokek reş e."