Hezîran 01, 2020 22:33 Asia/Tehran
  • Sûcên li dijî jinên Efrînê li Helebê hatin şermezarkirin​​​​​​​

Sûcên Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê bi meşeke girseyî li Helebê hate şermezarkirin.

 

Li gorî rapora Hawar Newsê, Bertekên li hemberî sûcên hêzên dagirker ên li dijî jinên Efrînê didomîn.

Li Helebê bi pêşengtiya "Kongreya Star" meşeke girseyî hate lidarxistin. Meş bi dirûşmeya "Emê asta têkoşîna xwe li dijî binpêkirinên dewleta Tirkiyê ên li dijî vîna jina azad mezin bikin" hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye beşdarî meşê bûn.

Meş ji beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Di mitîngê de piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Raperîn Heleb axivî û binpêkirinên dagirkeran li dijî jinan li Efrînê şermezar kirin.

Raperîn destnîşan kir ku divê gel ji bo azadiya xwe bê deng nemîne û piştgiriya hev du bike. şêniyên Efrînê ne bi tenê ne û Erdogan dê berdêla kiryarên xwe duqat bide.

Di mitîngê de endama Kongreya Star Senaa Mihemed Elî axivî û diyar kir ku şêniyên Efrînê rojane rastî hovanetirîn binpêkirinan tên. Jin jî berdêla herî mezin dide. Bûyerên di vê dawiyê de li Efrînê çêbûne, rastiya sûcên di girtîgehan de rû didin eşkere kirin.Senaa bang li civaka navdewletî û tevahiya rêxistinên jinan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin da ku dagirkirina Tirkiyê ji Sûriyê bi dawî bikin û komîteyekê girêdayî NY`yê ava bikin ji bo ku sûcdarên wan sûcan muhesebe bikin.