Hezîran 01, 2020 09:48 Asia/Tehran
  • TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bal kişand ser kiryarên li dijî mirovahiyê yên Tirkiye û komên çekdar ku li Efrînê dikin û got: "Divê komîsyoneke lêpirsînê bê avakirin."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ji bo balê bikişîne ser bûyerên li Efrînê û kiryarên ku TSK (hêzên çekdar ên Tirkiyê) û komên girêdayî bi wê li dijî welatiyan dikin, xwest komîsyona lêkolînê bê avakirin û got: "Divê komîsyoneke lêpirsînê bê avakirin." TEV-DEM`ê bal kişand ser kiryarên Tirkiye yên li dijî Efrînê û wiha got: "Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bi komên xwe yên terorîst ji meha Adara 2018'an û heta roja îro sûcên dermirovî li dijî herêma Efrînê pêk tînin. Komên çete yên ku dewleta Tirkiyê destekê didin wan, gelê Efrînê yê resen bi darê zorê koçber dikin, li dijî sivîlan sûcan û kiryarên li dijî mirovahiyê û pîvanên exlaqî pêk tînin." 

'EFRÎN KOMKUJIYA ŞENGALÊ TÎNE BÎRA MIROV'    

TEV-DEM'ê destnîşan kir ku rûdanên li Efrînê û Şengalê dişibin hev û wiha lê zêde kir: "Bûyerên li herêma Efrînê diqewimin komkujiya Şengalê tîne bîra mirovan, ji ber ku çeteyan dixwest li dijî Şengalê bi giştî û li dijî jinan bi taybet sûcan pêk bînin û dema bi ser neketin li Efrînê kiryarên xwe berdewam kirin. Artêşa Tirkiyê ji roja yekemîn a dagirkeriyê û heta roja îro piştgiriya komên çeteyan dike, li dijî sivîlan qirkirina etnîkî û qetilkirinê pêk tîne û jin, mêr û zarokan direvîne. Ev jî îsbata siyaseta guhartina demografiyê ye. Revandina jinan û komkirina wan bi rengekî tazî li navendên çeteyan, binpêkirina nirxên mirovahiyê ye. Her wiha ji bo tevahiya jinên cîhanê heqaret e. Di heman demê de êrişa li dijî pêşengiya jinên Kurd e, ji ber ku jinên Kurd serkêşiya şoreşa mirovahiyê kir û çete jî dixwazin vîna jinên azad ên Kurd tune bikin. Kiryarên wiha îsbata têkçûna çeteyan di nirxên mirovahiyê ye. Ji xwe der barê kiryarên wiha de dewleta Tirkiyê xwedî dîrokeke reş e, kiryarên Osmaniyan tîne bîra mirovan." 

'DIVÊ EFRÎN NEYÊ JI BÎR KIRIN'    

TEV-DEM'ê xwest Efrîn neyê ji bîr kirin û wiha bi dawî kir: "Ew çete û di nav de dewleta Tirkiyê sûc û qirkirinan, bêyî tu astengiyan, li pêşiya civaka navneteweyî pêk tînin. Wekî ku herêma Efrînê herêmeke hatiye jibîrkirin û ji derveyî hesabên navneteweyî û erdnîgariya Sûriyê ye ku bi fesîleyên çete û terorîst, her wiha dewleta Tirkiyê li wê herêmê, kom bûne.

Em wek TEV-DEM'ê dibêjin berpirsa vê yekê ya sereke Neteweyên Yekbûyî ye ku rola xwe ya rewa li herêmê winda kiriye. Her wiha rola Rûsya û Koalîsyonê Navneteweyî yên ku têkildarî rewşa Sûriyê ne. Em bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, bi taybet ên girêdayî rewşên jinan der barê sûcên derexlaqî de, şermezar dikin, her wiha bang li raya giştî ûdewletên pêwendîdar dikin ku helwestên xwe yên şermezarkirinê hilêxînin û ji bo avakirina komîteyên lêpirsînê li herêma Efrînê, têkevin nava tevgerê."