May 30, 2020 17:48 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê gundewarên Helebê topbaran kirin

Li herêma Idlibê di navbera hêzên Sûriyê û çeteyên ku dewleta Tirkiyê piştgiriya wê dike şerekî dijwar rû dide, di heman demê de Artêşa Tirkiyê herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê yên li gundewarên Helebê da topbaran kirin.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) diyar kir ku li eniyên Benîn ên li çiyayê Zawiyê şerê di navbera hêzên Sûriyê û çeteyên dewleta Tirkiyê de heta derengiya şevê  berdewam kir.

SOHR'ê parve kir ku di encama şerê dijwar de birîndar û kuştiyên her du aliyan çêbûn.

Di heman çarçoveyê de hêzên Artêşa Tirkiyê bi moşekan bajarokê Orim El-Kubra yê rojavayê gundewarê Helebê û di bin serweriya hikumetê de topbaran kir.

Duh Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye daxuyandibû ku êvara înê li başûrê gundewarê Idlibê, hêzên Sûriyê êrişî eniya Fetîra kirin, şer di navbera çeteyên Tirk û hêzên hikumeta Sûriyê de derket, di encamê de 5 leşkerên Sûriyê hatin kuştin û 3 çeteyên Tehrîr El-Şam jî hatin kuştin.