May 29, 2020 11:10 Asia/Tehran
  • Rûsya li Dêrikê pêgeheke leşkerî ava dike

Karwanekî hêzên Rûsyayê îro derbasî gundê Qesir Dîb li rojavayê bajarê Dêrikê yê kurdnişîn li bakura Sûriyê bû û li gor hin çavkaniyan, hêzên Rûsî dixwazin li wî gundî xaleke leşkerî ava bikin.

Li gor çavkaniyên xwecihî yên li bakura Sûriyê, îro 28ê Gulanê karwanekî hêzên Rûsyayê ku ji 12 otomobîlên leşkerî û wesayitên zirhî pêk dihat, bi piştîvaniya 2 helîkopterên cengî gihiştin gundê Qesir Dîb li rojavayê bajarê Dêrikê ku dikev herêma Cezîrê ya bakura rojhilata Sûriyê.

Li gor hin zanyariyan, piştî ku hêzên Rûsî li gund bicih bûn, dest bi avakirin bingeheke leşkerî li wî gundî kirine.

Çavkaniyên xwecihî herwiha diyar kriine, ku berî çend rojan jî hêzên Rûsya hin radarên xwe li dibistana gundê Qesir Dîb bicîh kiribûn, piştre ligel hêzên Amerîkî gereke hevbeş li gundê Dêrûna Axê li navçeya Çil Axa pêk anîbûn.

Li wê navçeyê berî 10 rojan li nêzîkî sînor weltiyekî Kurd bi gulleyên hêzên Tirkiyê canê xwe ji dest dabû.