May 28, 2020 22:34 Asia/Tehran
  • HRE: 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihandin ku di encama rêzeçakaliyên hêzên wan ên li dijî dagirkeran de 9 çete hatine kuştin, 2 çete birîndar bûne û wesayîtek hatiye rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di daxuyaniyeke nivîskî de ragihan ku hêzên wê li herêma Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê 2 çalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encamê de serçeteyê bi navê Ebû Amir Til Rifat bi 2 çete din ve kuştin, lê belê kuştî û brîndarên leşkerên  Tirkiyê nehat zelalkirin.

Herwiha Hêzên HRE li herêma Ezazê çalakiyek li dijî çeteyên artêşa dagirker lidarxistin, lê belê encama çalakiyê ne hat zelalkirin.

HER herwiha ragihand ku hêzên wê li herêma Marê girtin ser çeteyên artêşa dagirker. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û li herêma Babê jî li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek li dar xistin ku di encamê de çeteyek hat kuştin.

HRE dibêje: Hêzên me li ser rêya gundê Çeqela û Alkana yên bi ser navçeya Şiyê de li dijî çeteyên artêşa Tirkiyê çalakiyek lidarxistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin, çeteyek birîndar bû û erebeyeke wan jî hat roxandin. Li nêzî Pira Acer yê bi ser navenda bajarê Efrînê de jî hêzên HRE li dijî çeteyên artêşa Tirkiyê çalakiyek din lidarxistin. Di encama wê de  jîçeteyek birîndar bû.

Herwiha hêzên HRE li herêma Marê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin û çeteyek kuştin û li taxa Mehmudiyê yê bi ser bajarê Efrînê de li nêzî benda kontrolê ya çeteyên artêşa Tirkiyê jî çalakiyek li dar xistin û  erebeyek rûxand, lê kuştî û brîndarên çeteyan nehat zelalkirin.

Herwiha hêzên HRE li ser rêya Efrîn û Ezazê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek li dar xistin û ziyana madî gihandin wan.

Bi giştî di encama çalakiyên hêzên HRE de 9 çete hatin kuştin, 2 çete bİrîndar bûn û erebeyek bitûn hat rûxandin û yek jî ziyaneke mezin lê ket.

Her wiha artêşa dagirker di demên dawî de gund û navçeyên girêdayî Efrîn û Şehba bi dijwarî topbaran dike û di encamê de ziyanên madî gihîşt sivîlan.”