May 28, 2020 20:48 Asia/Tehran
  • Li Serê Kaniyê grûpên çekdar bihev ketin

Li rojavayê bajarê dagîr bûyî bi destê Artêşa Tirkiyê û terorîstên wê yê Serê Kaniyê li bakurê Sûriyê, şer û pevçûn di navbera terorîstên çekdar ên grûpa El Hemzat de derket.

Li gor ajansa SANA ya hikûmeta Sûriyê, şer û pevçûn li gundê Eyn Hîsan derketiye û di encamê de hejmarek çekdar hatine kuştin û herwiha hejmareke çekdar jî birîndar bûne.

SANAyê diyar kir ku sedema şer û pevçûnan nakokiya li ser diziyê û veguhestina hinek tiştên diziyê bo Tirkiyê bûye.

Li gorî heman ajansê, di encama şer û pevçûnên çekdarên grûpa navborî de, agir girtibû zeviyên ceh û genimên cotkarên gundê Eyn Hîsan.