May 28, 2020 11:18 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Navdewletî red kir sîstema Patriot li Sûriyê bicih kiribe

Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê red dike ku sîstema mûşekî ya Patriot li Sûriyê cîgir kiribe û berdevkê hevpeymaniyê dibêje, ew nûçe sexte ye.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Myles Caggins li ser twittera xwe ragihand, ku wan sîstema mûşekî ya Patriotê li Sûriyê bicih nekirine û da xuyakirin, gelek nûçeyên sexte tên belavkirin.

Ev tiwîtta Myles piştî belavbûna wêneyê rojnamevanekî li gel hejmarek serbazên Hevpeymaniya Navdewletî tê, ku li biyabanekê wêne girtine û sîstema dijemûşekî ya Patriot li pişt wan derdikeve.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî herwiha ragiahndiye, nûçeyên zêdetir ên sexte tên belavkirin, ew wêne li welatekî din hatiye girtin.

Medyaya nêzîk ji Hizbullah a Lubnanê nûçeya bicihkirina sîstema Patriot li herêmên di bin kontrola HSDê belav kiribû û amaje bi wê yekê kiribû, ku Hevpeymaniya Navdewletî 3 sîstemên dijemûşekî yên Patriotê li parêzgeha Dêre Zorê bicih kiriye.

Heman çavkaniyan diyar kirine, Hevpaymanî kar dike ji bo ku çendîn sîstemên din jî li nav axa Sûriyê bicih bike.

Hêzên Amerîka li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê li navçeyên petrolê û gundewarên rojhilatê Dêre Zorê bicih bûne û bi berdewam Amerîka dibêje, heta ku çareserek ji rewşa Sûriyê re neyê dîtin, ew ji wî welatî dernakevin.