May 27, 2020 23:22 Asia/Tehran
  • 2 çeteyan xwe radestî QSD’ê kirin

QSD’ê daxuyand ku 2 çeteyên dewleta Tirkiyê, piştî tevliheviyên navxweyî ji komên xwe veqetiyan û xwe radestî hêzên wan kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ragihand ku çeteyên bi navên Aras Mihemed Îsa Hec Elî û Mihemed Xêr Mihemed Deibul di demên cuda xwe radestî hêzên wan kirin. QSD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser aloziya di navbera çeteyên dewleta Tirkiyê de û diyar kir ku alozî berdewam dike.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:

“Piştî ku dewleta Tirkiyê Serêkaniyê û Til Ebyad dagir kirin, tê zanîn ku her roj di navbera çeteyên dagirker de ji ber berjewendiyên xwe yên komî, alozî û pirsgirêk derdikevin.

Ew çeteyên ku bi piranî bermahiyên DAIŞ’ê ne û ji bo mirovahiyê tahlûkeyeke mezin ava dikin, derveyî berjewendiyên xwe yên madî bi tiştekî din ve ne girêdayî ne û bi tu nirxên mirovahiyê ve eleqaya wan nemaye.

Ji ber ew alozî û pirsgirêkên ku di nav komên çeteyan de diqewimin, 2 çeteyên bi navê Aras Mihemed Îsa Hec Elî û Mihemed Xêr Mihemed Deibul di rojên cuda de ji Serêkaniyê reviyan û xwe radestî hêzên me kirin.

Ji wan her du çeteyan Aras Mihemed Îsa Hec Elî ji Dirbesiyê ye û tev li dagirkirina Serêkaniyê bûye.Mihemed Xêr Mihemed Deibul ji Helebê ye û tev li dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê bûye. Her wiha di nav gelek komên çeteyan de wekî Liwa El Tewhîd, El-Cebhe El-Şamiye, Cebhet El-Nusra, Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam de cih girtiye.”