Çile 14, 2020 11:28 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî:

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) got: "Tirkiyê jibo destwerdana xwe li navçeyê Kurdan dike behane."

Li gorî rapora Kurd Pressê, Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di axaftinekê da tevî amajeya bi siyasetên derveyî yên Erdoxanê serokomarê Tikriyê, di hevpeyivîna digel televîziyona TEN'a Misirê got: "Erdoxan jibo bidestxistina armancên xwe komên çete û têrorîst n wekî DAIŞ û Bereya Nusreyê bi kar tîne. Armanca dawiyê ya Erdoxên  nêrîn û gotina Nû-Osmanîtiyê li Tirkiyê ye. Tirkiye jibo destwerdana xwe li navçeyê, tevgerên Kurdan dike mehne."

Wî di dewama axaftina xwe da tevî amajeya bi helwêsta Misirê derbarê destdirêjiya vê dawiyê ya artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê, got: "Misir divê derbarê kêşeya Sûriyê roleke çalaktir bilîze."