Kanûn 13, 2019 17:59 Asia/Tehran
  • Hêzên Sûriyê rê li ber derbasbûna hêzên amerîkî nav Qamişloyê girtin

Hêzên leşkerî yên Sûriyê li derdora balafirgeha navneteweyî ya Qamişloyê rê li ber derbasbûna karwanê leşkerên amerîkî girtin û ew neçar ma vegere.

Çavkaniyên nûçeyan diyar kirine ku ew hêzê ku rê li ber derbasbûna karwanê leşkerî yê Amerîkayê girtiye ser hêza esmanî ya Sûriyê ye û wêneyên hatine weşandin jî nîşan didin ku hêzên amerîkî neçar mane vegerin.

Niha navçeya derdora balafirgeha Qamişlo di bin destê Yekîneyên polîîsê leşkerî yê Rûsya û hêzên Artêşa Sûriyê de ne.

Piştî ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump biryar da leşkerên vî welatî ji Sûriyê derxîne, Tirkiyê ev kiryara wî wek vêxistina çira kes dît û êrişî ser kurdên Sûriyê kir, lê belê Rûsyayê ev derfeta ji xwe re baş dît daku navbeynkariya hikûmeta Sûriyê û kurdan bike û di encama vê yekê kurdên Sûriyê û Hikûmetê li hev kirin ku artêşa Sûriyê li deverên ser sînorê tev Tirkiyê damezire. piştî viya leşkerên Rûsya û Sûriyê li derdora Qamişloyê damezirî.