Kanûn 02, 2019 07:43 Asia/Tehran
  • HSD û Ûrsêtê rêkevtineke nû wajo kirin

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) dîyar kir ku wan digel Ûrsêtê rêkevtinek wajo kirine ku ligorî w dê hêzên ûris li bajarokên Amûdê, Tiltemir û Eynîsayê bicih bibin.

Mezlûm Kobanî Fermandarê HSD li rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: HSD û Fermandarîya Hêzên Ûrsêtê li Sûrîyê piştî civînekê lihev kirin ku hêzên ûris li bajarokên Amûdê, Tiltemir û Eynîsayê bi cih bibin. Fermandarê HSD Mezlûm Kobanî herwiha ragihand ku armanc ji wê rêkevtinê parastina aramîya herêmê û berjewendîyên her du alîyan e.