Kanûn 01, 2019 08:25 Asia/Tehran
  • Teqîna giran li parêzgeha Hesekê: Çend leşkerên Tirkiyê û çeteyên wê mirin

Ajansa fermî ya SANAya Sûriyê şeva borî ragihand ku li nêzîkî bajarê Serê Kaniyê yê parêzgeha Hesekê li bakura rojhilata Sûriyê teqîneke mezin û giran qewmî.

Al-Alamê jî li ser vê teqîna mezin diyar kir ku ev teqîna li devera Til Helef (Girê Helef) qewmî ku di encamê de çend serbazên Tirkiyê û çeteyên  bin artêşa Tirkiyê hatin kuştin û çend ji wan jî birîndar bûn.

Til Helef li bakura rojavaya parêzgeha Hesekê û li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê ye.

Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi destê leşkerên tirk û çeteyên wan bi çavên xwe dîtin, "Kaniya Aştiyê"  bû  "Kaniya Xwînê".

Rêxistina Efûya Navneteweyî jî piştî vê yekê ragihand ku Rejîma Tirkiyê û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne.

Ev êrişên dewleta Erdogan ser kurdên Sûriyê rastî nerizamendî û rexneyên tund ên navneteweyî hat.

Artêşa Tirkiyê li sê salên borî bi mihaneyên şerê li dijî terorîsmê lê ya rast ji bo rizgarkirina terorîstan bi caran êrişî ser axa Sûriyê kir û qismên mezin ji axa vî welatî dagîr kiriye.