Mijdar 17, 2019 16:32 Asia/Tehran
  • Awarebûna bi sedan hezar welatîyên sûrî di encama êriş û dagirkerîyên Tirkîyê de

Êrişên berfire yên Tirkîyê û çekdar û têrorîstên ser bi Enqerê ser axa Sûrîyê di salên vê dawîyê e bûne sedema awarebûna bi sedan hezar welatîyên sûrî ji mal û warê xwe û ew kesana neçar in ku Zivistanê di rewşeke dijwar de li kempên demkî derbas bikin.

Êrişên berfire yên Tirkîyê û têrorîst û çekdarên ser bi wê ser axa Sûrîyê ji 3 salan berî niha ve destpê bûn û di encama wan de bilî berfirebûna bêewlehîtîyê û xurtbûna komên têrorîst û çekdar li axa Sûrîyê, bi sedan hezar welatîyên deverên bakur û rojhilata Sûrîyê aware û derbider bûne ku para zêde ya wan Kurd, Ereb, Asûrî û Êzidî ne lê, gorîyên sereke di navbera wan awareyana de, zarok û pîr û kal in.

Tirkîyê di sala 2018`an di encama êrişên berfire yên bi hevrêtîya komên têrorîst û çekdar, parêzgeha Efrînê bi heceta sekinîna himberî hêzên xwecî yên wê deverê ku Enqere wan têrorîst bi nav dike, dagir kir. Di encama vî karî de bi dehan hezar kes ji niştecihên Efrînê aware bûn. 

Ji 9`ê Cotmeha buhurî ve jî pêla nû ya êrişên Artêşa Tirkîyê û têrorîst û çekdarên di bin fermana wê ser bakur û rojhilata Sûrîyê destypê bû û di encamê de pêleke berfire ya koçberbûn û awarebûnê li deverên hanê destpê bû. Di encama wan êrişan de gellek zarok ji xwndinê bêpar man. Nika gellek dibistanên bakur û rojhilata Sûrîyê bûne kempên demkî û pişkeke zêde ya malbatên niştecihê bakur û rojhilata Sûrîyê di wan kempan de bi cih bûne. 

Dê û bavên wan zarokên aware tevî rewşa dijwar a jîyanê di demsala Zivistanê de tenê xwazyarê wê ne ku renge zarokên wan bikaribin xwendina xwe bidomînin.

Pişkeke awareyên ji ber êrişên Tirkîyê ser bakur û rojhilata Sûrîyê jî kesên pîr û kal in ku zarok û ezîzên xwe di encama êrişên Tirkîyê de ji dest dane û nika neçar in ku di rewşeke dijwar li kempan derbas bikin. Ew tenê dixwazin ku êrişên Tirkîyê bên sekinandinê û rewşek pêk were ku ew bikaribin bizvirin ser mal û milkê xwe.