Pevçûnên giran di navbera Artêşa Sûriyê û Hêzên Tirkiyê li bakura Sûriyê
Artêşa Sûriyê di encama berdewamiya pêşveçûna xwe karî gundê Um Şeyfa ji bin destê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê derxistin.
Ligor zanyariyan Artêşa Sûriyê bi operasiyonekê gundê Um Şeyfa li derdora Serê Kaniyê ji bin destê dagîrkerên Artêşa Tirkiyê û Çekdarên bin fermana wê derxist.
Piştî vê yekê Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ji bo standina heyfê navçe topbarankir ku di encamê de li gundewarê Til Temirê 5 leşkerên artêşa rejîma Sûriyê hatine kuştin û 26 leşker jî birîndar bûne.
Çavkaniyên kurd li Sûriyê jî ser vê yekê ragihandin ku ji ber topbarana li ser gundê Um Şeyfa 5 leşkerên artêşa rSûriyê hatin kuştin û 20 din jî birîndar bûn. Her wiha 4 din li gundê Dildara birîndar bûn. Li gundê Um Kêf jî 2 leşker birîndar bûn.
Ajansa dewleta Sûriyê SANAyê jî ragihand ku pevçûnên giran di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên Tirkiyê de li bakurê Sûriyê hene.