Cotmeh 13, 2019 21:03 Asia/Tehran
  • Rêvebirîya Xweser a bakura Sûrîyê: Me û delweta Şamê lihev kir, hêzên Artêşa Sûrîyê û yên Ûris wê derbasî Minbic û Kobanîyê bibin

Rêvebirîya Xweser a bakura Sûrîyê ragihand ku digel dewleta Şamê lihev kirîye û Hêzên Rûsya û Artêş Sûriyê di nav çend demijimêran de wê derbasî nav bajarên Minbic û Kobaniyê bibin.

Ligorî raporên çavkanîyên xwecî, di nava çend demjimêran de hêzên Rûsya û Artêşa Sûriyê wê derbasî nav bajarên Minbic û Girê Spî bibin ku ew bajar niha di bin kontrola hêzên Kurdî de ne.”

Li gor zanyariyan hêzên Rûsya û Artêşa Sûrîyê di çarçova rêkeftina ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de wê derbasî wan her du bajaran bibin.

Herwiha li gor zanyariyan şeva derbasbûyî balafirek ku şandeke leşkerî ya Rûsî tê de bû giheştîye Qamişloyê ji bo organîzekirina hevdîtin û rêkeftinên di navbera HSD û dewleta Şamê de.

Serokê Desteya Berevaniyê ya Kobaniyê Ismet Şêx Hesen jî ev zanyarî piştrast kir û aşkere kir ku di çarçova rêkeftina ligel Rûsyayê, Artêşa Sûriyê dê îşev derbasî nav bajarê Kobaniyê bibe.

Li aliyê din Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê jî ew zanyarî piştrast kirin û ragihand ku di demjimêrên pêş de hêzên rûs û hikûmeta Sûriyê wê derbasî nav bajarên Minbic û Kobaniyê bibin.

Televîzyona Al-Mayedeen a Lubnanê jî ragihand ku rêkeftin di navbera aliyan de pêk hatiye û di nav 48 demjimêran de ew hêz wê derbasî wan bajaran bibin.

Herwiha li gor zanyariyan hêzên hevpeyman jî diyar kirine cihên ku ew jê vedikişin rê li ber hêzên hikûmeta Sûriyê nagirin ku derbasî wan deveran bibin û ev yek jî ji hikûmeta Sûriyê re bi awayekî nerasterast ragihandine.

Fermandeyê Gişt Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), jî i berpirsekî pillebilind ê Amerîkayê re gotibû ku eger nikarin wan biparêzin, dest ji wan berdin ku rêkeftinê ligel Rûsya û Sûriyê bikin.

Mazlûm Kobanî di civîna roja Pêncşemê ya ligel Cîgirê Nûnerê Taybet ê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, gazin ji Amerîkayê kiribûn ku di demeke gelekî dijwar de ew tenê hêlane.

Mazlûm Kobanî di civînê de gotiye: “Ne hûn xelkê diparêzin û ne dixwazin hêzeke din were wan biparêze.”

Ew berpirsê HSDê daxwazê ji Amerîkayê dike ku êrîşa Tirkiyê rawestîne yan jî rê bide ew rêkeftinekê ligel hikûmeta Sûriye û Rûsyayê bikin û navçeya dije-firîn bê avakirin daku firokeyên şêrr ên Tirkiyê nikaribin bi kêfa xwe pêgehan wan bikin armanc.