Cotmeh 13, 2019 13:18 Asia/Tehran
  • Rêveberiya Xweser: Hejmareke malbatên DAIŞ'ê ji kampa Eyn Îsayê reviyan

Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî kir û ragihand, hejmarek ji malbatên çekdarên DAIŞ'ê ji kampa Eyn Îsayê revyane û eger kesek bi hewara wan da neyê dê rewş ji kontrola wan derkeve.

Di daxuyaniyeke de, Rêveberiya Xweser ragihand, hejmarek ji malbatên çekdarên DAIŞ'ê ji kampa Eyn Isayê revyane û metirsiya vê yekê heye ku careke din rêxistina DAIŞ'ê serî hilde.

Rêveberiya Xweser ragihand ku piştî topbarana artêşa Tirkiyê beşek malbatên çekdarên DAIŞ'ê reviyan.

Rêveberiya Xweser, bang li civaka navdewletî kir û got, divê civaka navdewletî bilez bi hewaran wan ve here yan dê rewş ji kontirola wan derbikeve.

Rêveberiya Xweser ê derbarê malbatên DAIŞê yên di kampa Eyn Îsa de banga lezgîn kir û got :"Ji tevahî dewletên endamê Civata Ewlehiyê, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê, Yekitîya Ereban, Yekitiya Ewropayê û tevahîya rêxistinên mafên mirovan, êrîşên dewleta Tirkîyê ya  dagirker û çeteyên wê nêzî kampa Eyn Îsayê ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ'ê tê de ne, dibe. Hinek malbat piştî topbarana çeteyan li ser kampê reviyan. Ev yek destekê dide ku rêxistina DAIŞ'ê ji nû ve çalak bibe.

Ji ber wê em bang li we dikin ku hûn bi berpirsyariya xwe rabin. Destwerdana lezgîn bikin da ku tu karesat çênebin. Ev karesat dê tenê bandorê li Sûriyê neke, heger rewş ji bin serweriya me derkeve, dê bandorê li we tevan bike."