Îlon 18, 2019 09:14 Asia/Tehran
  • 153 hezar awareyên sûrî ji derbasgeha sînorî ya Urdinê vegeriyan welatê xwe

Wezareta karên hundir a Urdinê ragihand ku ji dema vekirina dubare ya derbasgeha Cabir-Nersîb li ser sînorê Urdin û Sûriyê va, 153 hezar awareyên sûrî vegeriyane welatê xwe.

Rêveberiya karên penaberên sûrî li Wezareta karên hundir a Urdinê îro Sêşemiyê li ser sozdariya vî welatî derheqê vegeriyana xwebexş a awareyên sûrî û hêsankirina kiryarên lazim jibo vegeriyana wan pêgirî kir.

Pêştir Komîsaryaya Bilind a karên penaberan a NY ragihand ku sedî 75,2ê awareyên sûrî li welatên navçeyê dil hene ku vegerin.

Li gorî NY, 650 hezar awareyên sûrî li Urdinê ne; Lê Eman hejmara sûriyên ku piştî şerê Sûriyê berê xwe dane Urdinê, miliyonek û 300 hezar kes ragihandiye.