Êrişa mûşekî ya Hizbullahê ser pêgeha Tîpa Gulanê ya artêşa Rejîma Îsraîlê
Hizbullaha Libnanê pêgeheka artêşa Rejîma Îsraîlê li Gulana Dagirbûyî ya Sûriyê da ber êrişa xwe ya tolhildanê.
Medyayên ibrî sibeha îro ragihandin ku zengilên xeterê nêzî Gulana Dagirbûyî hatine lêxistin û çend deyqan piştî wê ev zengilên xeterê di nava Gulana Dagirbûyî ya Sûriyê da hatine lêxistin.Hevgavê van zengilên xeterê, sîstima berevaniya hewayî ya Rejîma Îsraîlê li bakûrê Filistîna Dagirbûyî çalak bûne. Medyayên ibrî ragihandin ku zengilên xeterê li wan bajarokan çalak bûne ku berî nika nehatibûn valakirin.Hizbullaha Libnanê ragihand ku sibeha îro bona piştgîriya ji Filistîn û Xezzê û herwiha wek bersiva li hember êrişên Rejîma Îsraîlê ser navçeya El Beqai`ê, binkeya fermandetiya Leşkera 210`an a Gulanê li pêgeha Nefehê û pêgeha topxanê û tîpa zirixî ya leşkera hanê li binkeya Yerdenê kirine hedef.Artêşa Îsraîlê ji xwe mukur hat ku 55 rokêt û mûşek şopandine ku ji aliyê Libnanê ve ber bi Erdên Dagirbûyî yên Gulanê û Filistîna Dagirkirî hatine avêtin. Çend deyqan piştî wê medyayên ibrî ragihandin ku herîkêm 100 mûşek û rokêt hatine avêtin.