Xwofirreke pêşketî ya Amerîkayê li bakura Yemenê hat jordaxistin
Mertala berevanîya esmanî ya Artêşa Yemenê ragihand ku xwofirreke pêşketî ya Amerîkayê li bakura wî welatî jorda xist.
Mertala berevanîya esmanî ya Artêşa Yemenê îro ragihand ku xwofirreke pêşketî ya Amerîkayê ji cura MQ9`ê li parêzgeha Se`deyê li bakura wî welatî jorda xist.Xwofirra MQ9 yek ji xwofirrên herî pêşketî yên amerîkî ye ku bihaya wê nêzî 30 milyon dolarî ye û jordaxisitna wê nîşaneya pêşketin û şîyana astbilind a mertala berevanîya esmanî ya Yemenê ye.Hêzên çekdar ên Yemenê berî vîya jî çend xwofirrên amerîkî li navçeyên curbicur ên vî welatî şopandibûn û rûxandibûn.Bi dû operasyona bahoza Eqsayê û destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê, Artêşa Yemenê di mehên vê dawîyê da bi nîşaneya piştgirîya ji berxwedsna gelê Filistînê êrişî çend gemîyên Rejîma Sîyonîst û xwofirrên pêşketî yên Amerîkayê kirin.