Tîrmeh 21, 2024 17:38 Asia/Tehran
  • Êrişa yemeniyan ser bendera Siyonîst a Eylatê û gemiya amerîkî

Hêzên çekdar ên Yemenê bi weşandina daxuyaniyekî basa operasiyoneka kêm mînak a mûşekî dijî armancên girîng ên li Bendera Eylatê kirin û destnîşan kirin ku armancên van êrişan bi awayeka serkevtî ketine ber mûşekan.

Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê di vê daxuyaniyê da herwiha basa operasiyona hevpar hêzên deryayî û hewayî yên Yemenê ku xwefir û êrişa mûşekî ya ser gemiya amerîkî ya Bombayê li Deryaya Sor digire ber xwe, agahî da.

Êrişa hanê bi mûşekên Balistîk û xwefiran cih hatiye û bi awayeka rasterast gemiya amerîkî kire hedef. Di vê daxuyaniyê da hatiye destnîşankirin ku operasiyona deryayî ya yemeniyan dijî gemiyên Siyonîst û amerîkî û îngilîsî yan êrişa ser benderên Erdên Dagirbûyî tenê dê bi sekinandina destdirêjî û ji holêrabûna dorpêça ser ZÎvala Xezzê werin sekinandin.

Hêzên çekdar ên Yemenê di eynî demê da destnîşan kirin ku berteka li hember destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Yemenê bi hetm wê cih bê û ev berteka wê mezin û bihêz be.

Balafirên Rejîma Siyonîst berêvariya Şemiyê bajarê perravî yê Hudeydê li rojavaya Yemenê dan ber êrişa hewayî ku di encamê da 6 kes şehîd bûn, sê kes bêserûşûn û 83 kes jî birîndar bûn.