13 kuştî û 37 birîndar di encama qezaya tirafîkê li rêya Humsê de
Tîrmeh 07, 2024 16:41 Asia/Tehran
Çavkaniyên ser bi wezareta karên hundur a Sûriyê ragihandin ku di encama qezayeka giran a tirafîkê da hejmarek hatin kuştin û birîndar bûn.
Van çavkaniyan ragihandin ku di encama vê bûyerê da 13 kes hatine kuştin û 37 kesên din jî birîndar bûne. Çavkaniyên hanê ragihandin ku ev bûyera li ser rêya Humsê bo Şamê qewimiye.
Sergord Eyad Mihemed, fermandê yekîneya agirwemirandinê amajeyî qezaya tirafîkê ji bo otûbûsekê li ser rêya Humsê bo Şamê kir û bal kişand ser amadebûna hêzên alîkarîgîhandin û rizgarkirinê di cihê bûyerê da. Wî ragihand ku para zêde ya kuştî û birîndaran jin in. Vî rayedarê sûrî ragihand ku sedema vê bûyerê leza zêde ya otobûsê û sersariya ajovan bûye.