Kanûn 02, 2022 13:27 Asia/Tehran
  • Teqînek li rojhilatê Til Avîvê qewimî

Çavkaniyên îbranî êvara Pêncşemiyê qala qewimîna teqînekê li nêzkî xwaringeheke rojhilatê Til Avîvê kir.

Li gorî rapora Farsnews'ê, Kanala 12an a Televîziyona Rejîma Siyonîst ragihand ku pakêteke teqemeniyê li taxa Ûr Yehûdayê teqiyaye û polîs bilez bo cihê bûyerê hatiye rêkirin.

Hîn hûrgiliyên pirtir li ser ziyanên canî û xisarên vê teqînê nehatine weşandin.

Li gorî nûçeyeke din, medyayên siyonîstî êvara Pêncşemiyê ragihand ku artêşa vê rejîmê ji tirsa bersiva îhtimalî ji aliyê komên Berxwedanê li hemberî şehîdkirina xortên Filistînê û avêtina mûşeka Berxwedanê, asta amadetiyê li deverên dagirkirî zêde kiriye.

Berxwedana Filistînê roja Pêncşemiyê mûşekeke nû li peravên Xezeyê ceriband.