Parlimana Libnanê bo cara heştem nekarî serokomar bibijêre
Kanûn 01, 2022 14:42 Asia/Tehran
Parlimana Libnanê îro di civîna xwe ya heştem jî nekarî serokomarê vî welatî bibijêre.
Li gorî rapora Malpera El Ehedê, Civîna heştem a parlimana Libnanê ji bo bijartina serokomarê vî welatî jî bê encam ma; Li gorî vê raporê dengên nûneran bi vî awayî bû:
Belgeyên sipî: 52
Mîşil Ewn: 37 deng
Libnan El-Cedîd: 9 deng
Esam Xelîfe: 9 deng
Nebîh Birî serokê parlimanê di dawiya vê civînê da Pêncşemiya hefteya bê wek tarîxa din a civîna parlimanê ji bo bijartina serokomarê vî welatî yê nû diyar kir.