Kanûn 01, 2022 13:04 Asia/Tehran
  • DAIŞê serkirdeyê xwe yê nû da nasandin

Koma DAIŞê ya terorîstî tevî piştrastkirina mirina serkirdeyê xwe, Ebû Huseyn Huseynî Qerşî wek serkirdeyê xwe yê nû da nasandin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Ebî Omer Muhacir berdevkê DAIŞê êvara Çarşemiyê bi daxuyaniyeke bideng kuştina Ebî Hesen Haşimî Qerşî serkirdeyê vê komê piştrast kir.

El-Mihacir di dewamê da Ebû Huseyn Huseynî El-Qerşî wek serkirdeyên vê koma terorîstî yê nû da nasandin û xwest ku bi wî ra beyet were kirin.