El-Qesam: Şerê Seyful Qudsê destpêka rojên reş ên dagirkeran bû
May 20, 2022 12:33 Asia/Tehran
Alîkarê fermandetiya gordanên El-Qesam tekez kir ku Seyful Quds encamên stratejîk ji bo dagirkeriya siyonîstan hebûye.
Li gorî rapora Meyadînê, Merwan Îsa Alîkarê fermandetiya gordanên El-Qesam roja Înê got: Şerê Seyful Qudsê destpêka wan rojên reş bû ku heta jinavçûna tam li benda dijminê siyonîst e.
Alîkarê fermandetiya gordanên El-Qesam got: Seyful Qudsê bandoreke stratejîk li ser dijminê dagirker û pêşeroja wî li welatê Filistînê danî.