Çile 20, 2022 12:07 Asia/Tehran
  • Şanoya pêkenokî ya balyozê Rejîma Siyonîst li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî

Balyozê Îsraîlî li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi şoveneke pêkenokî kevirekî mezin anî ber Neteweyên Yekbûyî û desnîşan kir ku Filistînî rûniştvanên herêmên dagîrbûyî didin ber keviran û got: Gelo kiryarekî wiha ne hêja ye ku terorîstî were zanîn.

Li gorî rapora Koma Navneteweyî ya Ajansa Fars Newsê, Kanala 7 a televîzyona Rejîma Siyonîst êvariya çarşemê ragihand ku "Gilad Ardan" balyozê vê rejîmê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi kevirekî mezin li civîna Konseya Ewlehiyê ya NYê amade bû.

Balyozê Îsraîlê li ser kevirê mezin ê ku bi xwe re biribû civîna Konseya Ewlekariyê, gotinên pêkenok anîn ziman û got ku Filistînî keviran davêjin niştecihên herêmên dagirbûyî, lê heyf kes van kiryaran "terorîstî" nizanin.

Gilad Ardan wek nûnerê rejîmekê ku çendîn caran gelê Filistînê bi roket û bombeyan kiriye armanc, di berdewamiya axaftinên xwe de rexne li Netewên Yekgirtî girt ji ber ku derheq “Kevir avêtina Filistîniyan” xemsar e.

Erdan di beşeke din ji axaftinên xwe de amaje bi operasiyona vê dawiyê ya Senayê li dijî Ebûzebiyê kir û îdia kir ku Telavîv piştgîriya Îmaratê dike û îdia kir ku filistînî çîrokên derew li ser taxa Şêx Cerrah li Qudsê ya dagirbûyî belav dikin.

Wî her wiha îdiayên berdewam ên rejîmêa Siyonîst li dijî Îranê dubare kir, bêyî ku behsa cinayetên Rêjîma Siyonîst li navçê bike û ew welat(Îran) bi têkdana aramiya navçê tawanbar kir.

Gotinên Balyozê Rejîma Îsraîlî derbarê avêtina keviran ji aliyê filistîniyan piştî wê yekê tên ku rojnama Haaretz a bi zimanê Îbranî pêştir îtiraf kiribû ku balafirên şer ên Rejîma Siyonîst tenê di şerê vê dawiyê yê li dijî Xezeyê 67 zarok bi bombebarankirina vê zîvalê kuştine.

Vê rojnama bi zimanê Îbranî wêneyên her 67 zarokên filistînî di çarçoveya raporta xwe ya li ser çawaniya şehîdkirina hin zarokan de belav kir: "Hemade ya 13 salî û Ammarê deh salî ji berberxaneyê(selmaniyê) vedigeriyan" ku ketin ber êrişê û şehîd bûn. Yehya yê 13 salî çûbû dukanê da ku dondirmê(gulmastê) bikire û termê Emîra şeş salî, Îslamê heşt salî û Mihemedê neh mehî di bin kavilan de hatin dîtin.

Serepeyv