Şehîdbûna yek ji kesayetiyên navdar ên berxwedana Filistînê li "El-Xelîl"
Çile 17, 2022 17:19 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayî behsa şehîdbûna yek ji pêşengên berxwedana gelanî ya Filistînê li bajarê Hebronê kirin.
Li gorî nûçeya roja Duşemê ya El-Mayadîn; Şêx Silêman El-Huzalîn, kesayetiyê navdar ê berxwedana gelanî ya Hebronê ku nêzî hefteyekê beriya niha kamyoneke artêşa Siyonîst lê ketibû, ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.
Çavkaniyên medyayî jî roja şemiyê ji girtina keçeke ciwan a filistînî û birîndarkirina 3 kesên din li dema tepeserkirina niştecihên El-Neqabê li navçên dagirbûyî ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîstî ve xeber dan.
Di vê navberê de, çavkaniyên filistînî îro danê sibê ragihandin ku Rejîma Siyonîst ji destpêka alozî û pevçûnên vê dawiyê li devera El-Neqabê bi taybetî gundê Etraşê, zêde ji 100 filistînî binçav kirine.