Tîrmeh 10, 2021 00:30 Asia/Tehran
  • Cenazeyê Ehmed Cibrîl li Şamê

Cenazeyê Ehmed Cibrîl, sekreterê giştî yê Eniya Gel a Rizgariya Filistînê, li Şama paytexta Sûriyê hate veşartin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyê ya fermî (SANA), nûnerên komên Filistînî û kesayetiyên gelêrî û karbidestên Filistîn û Sûriyê di merasîma oxirkirina meytê Ehmed Cibrîl de amade bûn.

Ehmed Cibrîl ku wekî Ebû Cihad dihat nas kirin, yek ji şervanên herî kevn ê Filistînî bû.

Ew damezirînerê Eniya Gel a Rizgariya Filistînê û rêberê wê ji dema damezirandina wê di 1968 de bû.

Ew ji bavek Filistînî û dayikek Sûrî hat dinê.

Cebrîl di 1948 de koçberî Sûriyê bû û li Quneytereyê bicîh bû.

Ew yek ji rêberên Fîlîstînê bû ku bawerî bi xebata çekdarî ji bo rizgarkirina Filistînê ji bin lepên Siyonîstan hebû.

Serepeyv