Hezîran 16, 2021 08:39 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Di xwepêşandanên li Qudisê de 33 filistînî birîndar bûn

Li deverên cûda yên Qudisê di enama êrişa polîsên Rejîma Siyonîst ser filistîniyan de 33 filistînî birîndar bûn û 17 kes jî hatin girtin. Li ser sînorê Xezayê çalakiya gelê Filistînê dest pê kirin. Eva êrişa yekem a piştî guhertina serokê hikûmeta siyonîst ser filistîniyan e.

Li gorî çavkaniyên tibî yên Filistînê, di encama ji hev xistina xwepêşanêdanên li bajarê Qudisê û qada Haît El-Buraq de 33 filistînî birîndar bûn.

Komeleya Heyva Sor jî ragihand ku li derdora bajarokê Qedîma ya Qudisê  di encama pevçûnên di navbera polîsên Rejîma Îsraîlê û filisîtiyan de 33 kes birîndar bûn. Her wiha diyar kir ku 6 birîndar rakirin nexweşxanan û yên din meydanî hatin dermankirin.

Çavkaniyên din diyar kirin ku polîsên Rejîma Siyonîst 17 filistînî jî girtin. Filistîniyan li hemberî êrişên polîsê rejîmê bi keviran berevaniya xwe dikirin.

Li gorî ragihandina nûçegihanan ji Xezayê, çalakiyên gelê filistînî yên bi şevê careke din li ser sînorê Xezayê dest pê kir. Çalakî li hemberî girankirina ambargoya li ser Xezayê û girtina deriyên sînor û qada nêçîrvaniyê li deryaya Xezayê tên lidarxistin.

Serepeyv