Tebax 05, 2020 11:33 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Lubnanê: Ji ber teqînan 70 kes can dan

Wezîrê Tendirustiya Lubnanê Hamad Hasan dîyar kir ku di teqînên li Beyrut ya paytext de pirtir ji 70 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Hamad Hasan da zanîn ku di wan teqînên hêzdar de 3700 kesên din jî birîndar bûne.

Serokomarê Lubnanê Michel Ewn da zanîn ku peqîn jiber 2750 ton amonyum nîtrat, ku şeş sal in bê tedbîr li herêma benderan e, çêbûye.

Ewn got ku jiber encamên peqînên hêzdar divê rewişa awarte ragihînin.

Serokwezîrê Lubnanên Hasan Diab jî dîyar kir ku ewên berpirsên peqînê cezayên xwe bistînin.

Diab da zanîn ku ‘’şapateke neteweyî’’ çêbûye û bang li dewletan ku bo Lubnanê alîkarîyê bikin.

Hizbulah, ku li Lubnanê yek ji tevgerên bi hêz de, piştî peqînan bang li gel kir ku bala xwe bidin ser ‘’yekîtîya neteweyî’’

Îsraîlê piştî peqînan ragihandibû ku ti peywendîya wan bi wê bûyerê re tune û ji Lubnanê re alîkarî pêşnîyaz kiribû.