Tîrmeh 07, 2020 19:30 Asia/Tehran
  • Serokê Parlimana Misirê: Emê li ser berjewendiyên xwe li Deryaya Sipî miamile nekin

Serokê Parlimana Misirê dibêje ku ev welata derbarê mafên xwe li Deryaya Sipî (Medîterane) bi ti aliyekî da miamile nake.

Li gorî rapora televîziyona El Erebiyê, Elî Ebdul-Al, Serokê Parlimana Misirê got: Du navçe bi pêşerojeke ron jibo derxistina petrol û gazê li deryaya Sor û Deryaya Sipî hene ku di bin

serdestiya Misirê da ne.

Vedîtina çavkaniyên mezin ên gazê li rojavaya Asyayê bi saya alûgorên cûrbecûr û pevçûnên li navçeyê bûye sebeb ku Misir û Tirkiye li dû serdestiya li ser çavkaniyên enêrjiyê bin.