Tîrmeh 05, 2020 10:57 Asia/Tehran
  • Libnanê ji destwerdanên Tirkiyê jibo ajawegêriya li vî welatî rexne kir

Wezîrê karên hundir ê Libnanê ji hewildana dewleta Tirkiyê jibo pêkanîna kêşeyên navxwetyî li wî welatî bi riya torên civakî rexne kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Kanala El-Meyadînê, Muhemed Fehmî, Wezîrê karên hundir ê Libnanê tevî amajeya bi girtina çar kesan bi çend miliyon dolarî li nav firokeyeke tirkiyeyî, got: Ev pere jibo piştevaniya ji tundûtûjiyê li kolanên Beyrûtê ne.
Wezîrê karên hundir ê Libnanê pêştir jî qala destwerdan û piştevaniya aborî ji derve jibo pêkanîna ajawegêriyê li  Libnanê kiribû.