Tîrmeh 04, 2020 09:21 Asia/Tehran
  • Misirê êrîşên Tirkiyê ser bakurê Iraqê şermezar kir

Wezareta karên derve ya Misirê êrîşên Tirkiyê ser bakurê Iraqê şermezar kirin.

Li gorî rapora ILNAyê ji zarê Russia Today'yê, Misirê roja Îniyê êrîşên Tirkiyê ser bakurê Iraqê şermezar kir.

Wezareta karên derve ya Misirê bi daxuyaniyekê ragihand ku "Tirkiye van kiryarên xwe yên neqanûnî bi kincê sexte yê 'Nîgeraniyên Ewlehiyê' pêk tîne."

Di daxuyaniya Wezareta karên derve ya Misirê da hatiye ku dewama vê stratejiyê derbeyê li aştî û aramiya navçeyê lêdixe û tenê wê yekê nîşan dide ku Tirkiye hema wisa li dû wê yekê digere ku li karên yên din mudaxile bike.