Tîrmeh 03, 2020 23:04 Asia/Tehran
  • Hêzên Berxwedana Yemenê baregehên Erebistana Siûdî kirin hedef

Tevgera Ensarullah ragihand ku hêzên wan odeya çalakiyan a li balafirgeha Necran û baregeha hawayî ya Melek Xalid a li Xemîs Meşîr a Erebistana Siûdî kirin hedef. Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya siûdiyan jî piştî vê yekê îdia kir ku wan 4 balafirên bê pîlot ên Ensarullah xistine erdê. 

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Tevgera Ensarullah Yehya Serai got: "Çeka asîmanî îro nîvro bi hejmareke mezin a balafirên K2 yên bê mirov odeya çalakiyan a li balafireha Necran û depoyên çekan û dikên balafirên li baregeha Melek ya Asîmanî ya li Xemîs Meşîr û hedefên din ên leşkerî kirin armanc."

Serai herwiha got: "Balafiran bi  zelalî li hedefên diyarkirî yên siûdî dan."

Ji aliyekî din ve Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya siûdiyan jî piştî vê yekê îdia kir ku hêzên wan 4 balafirên bê pîlot ên Ensarullah xistine erdê. ku Ensarullah ber bi Erebistana Siûdî ve avêtin. "

Berdevkê hêzên Hevpeymaniya Siûdî Tirkî El-Malikî îdia kir: "Hêzên Koalîsyona Hevbeş îro sibeha 4 balafirên bê mirov ên bombebarkirî ku Hûsiyan ber bi Erebistanê ve avêtin rûxandin. Ji wan 3 balafir li asîmanê Yemenê hatin astengkirin."