Tîrmeh 02, 2020 19:26 Asia/Tehran
  • Li Gazzeyê bi hezaran kes li dijî plana îlhaqê meşiyan

Li dijî projeya Îlhaqê ku Amerîka amade kiribû û dixwazin li gor wê parek mezin ji Şerîya Rojava Çemê Urdinê bêxin ser erdên dagîrbûyî yên bin destê Rejîma Îsraîlê, li bajarê Gazzeyê bi hezaran kes daketin kolanan.

Dihate diyarkirin ku wê Rejîma Îsraîlê projeya îlhaqê di 1’ê Tîrmehê de eşkere bikira, lê tê dîtin ku daxuyaniyên fermî hatine taloqkirin. Li gorî vê projeya ku Hikûmeta Amerîkayê amade kiriye wê Filîstîneke bêyî leşker were avakirin. Wê bibe dewleteke ku paytexta wê ne Qudûsa Rojhilat e. Eva projeyeke ku tam li dijî biryarnamên Konseya Ewlehiyê ya NY û li dij qanûnên navneteweyî ye.

Li dijî projeya îlhaqê ya ku beşeke girîng a Şerîaya Rojava û Geliyê Urdunê tê de cih digire, li bajarê Gazzeyê bi hezaran kes daketin kolanan. Berpirsên Hamasê yên vê herêmê jî tevlî meşê bûn.

Li gor îdiaya medya Siyonîstî, beriya vê meşê Hamasê di destê sibehê de ber bi Behra Sipî ve 20 roket avêtin. Rejîma Siyonîstî jî ev serê 10 salan e ku li Xeta Gazzeyê ablûkayeke giran dike.

Muzakerevanê Filîstînî Saîb Erîkqat ji AFP’ê re axivî û got; “Em ê li ser maseya muzakereyê ya îlhaqê rûnenên. Ev ne planeke aştiyê ye, ev meşrûkirina dagirkeriyê ye.”