Tîrmeh 01, 2020 15:20 Asia/Tehran
  • Nêtanyahû qala ihtimala paşdaketina Plana girêdana Kêleka Rojavayî bi erdên dagîrbûyî kir

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst tevî lihevalyayîzanîna pêvajoya plana vê rêjîmê jibo girêdana Kêleka Rojavayî ya çemê Urdinê bi erdên dagîrbûyî, qala ihtimala paşdaketina vê planê kir.

Li gorî rapora Al Alamê, Bêmyamîn Nêtanyahûp, Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst îro Çarşemiyê di civîna Fraksiyona Partiya Lîkodê da got ku mijara girêdana bajarokên Siyonîstnişîn ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bi Israîlê ra, pêvajoyeke lihevalyayî ye û ji ber gellek babetên siyasî û ewlehiyê,  nikare hûrgilliyên wê bibêje.

Di vî halî da Benî Gantz şirîkê sereke yê Nêtanmyahû di kabîneya hevpeymaniyê ya Israîlê da destnîşan kir ku aniha demeke baş jibo cihanîna vê planê nîne.

Rêjîma Siyonîst dil hebû îro plana xwe ya dagîrkirina sedî 30ê Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê cih bîne.