May 29, 2020 18:41 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Siûdî 53 caran agirbesa li Hudeydê binpê kir

Rayedarekî leşkerî li Yemenê şeva borî got ku dagîrkerên siûdî û çeteyên wan di 24 saetên borî de 53 caran agirbesa li parêzgeha El-Hudeydê ya rojavayê Yemenê binpê kir.

Li gor IRNA, vî rayedarê leşekrî li gotûbêja bi televîziyona El-Mesîrê ya Yemenê bi bîr xist ku 11 babetên êrişên topxanê û 37 caran jî gullereşandin bi çekên curbicur ji wan babetên binpêkirina agirbesê li Hudeydê bûn.

Agirbesa li Hudeydê di encama muzakireya taxima şandî ji Senayê û Taxima ji aliyê Riyazê de li roja sêşemê 18 Kanûna 2018 hat pejirandin, lê belê her roj ev agirbes ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî binp dibe.