May 06, 2020 12:25 Asia/Tehran
  • Partiyên tûnisî: Biryara Almanyayê dijî Hizbullahê dîkteya Rêjîma Siyonîst e

Pênc partiyên tûnisî bi daxuyaniyeka hevpar kiryara dewleta Almanyayê ya têrorîstzanîna Hizbullaha Libnanê şermezar kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Partiyên Tûnisê di daxuyaniya xwe da, ev biryara Bêrlînê teslîmbûn li hemberî dîkteyên Rêjîma Siyonîst û şopandina piştevaniya bêsedem a Amerîkayê ji vê Rêjîmê dan zanîn.

Di vê daxuyaniyê da biryara Almanyayê dijî Hizbullahê wek biryara siyonîsma cîhanî hatiye zanîn.

Pênc partiyên tûnisî ragihandin ku ev biryara Bêrlînê li gorî rola mêhwerî ya Hizbullaha Libnanê wel girîngtirîn tevgera dijî dagîrkeriya Rêjîma Siyonîst hatiye dayinê.

Van partiyan ji gelê Tûnis, gelên din ên erebî û hemî azadeyên cîhanê xwestin ku li dijî van cûre kiryarên empiryalîstî ku li ser welat û dewletan tên sepandin, rawestin.

Biryara Wezareta karên derve ya Almanyayê ya Têrorîstzanîna Hizbullaha Libnanê tûşî gellek rexneyan li Îran û navçeyê bûye.

Wezareta karên derve ya Almanyayê roja Pêncşemiyê bi armanca kişandina bala Rêjîma Siyonîst û Amerîkayê, tevî "Têrorîst" zanîna Hizbullaha Libnanê, çalakiyên vê komê li nav axa Almanyayê qedexe kir.

Amerîka û Rêjîma Siyonîst piştî serketinên Hizbullaha Libnanê di têkoşîna dijî komên têrorîst li navçeyê, hewildanên jibo zêdekirina zexta li ser vê tevgerê zêde kirine.Hizbullahê wek endameke sereke ya Bereya Berxwedanê, roleke bingehîn di sekinîna li hemberî komplo û kiryarên bereya amerîkî-siyonîstî li navçeyê heye.

Almanyayê di halekî da Hizbullaha Libnanê daniye nav lîsteya rêxistinên têrorîst ku sala bihurî Niels Annen, Alîkarê Wezareta karên derve ya Almanyayê di hevopeyivînekê digel Kovara Şpîgelê ragihandibû ku Bêrlînê dil tune ku Hizbullaha Libnanê dayne nav lîsteya rêxistinên têrorîst.