May 04, 2020 22:11 Asia/Tehran
  • Seyid Hesen Nesrullah: Kiryara Almanyayê ya dijî Hizbullahê di bin zexta Amerîka û Israîlê da pêk hat

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê wek berteka li hemberî biryara Almanyayê ya têrorîstzanîna vê tevgerê got: "Ev kiryar bi zextên Amerîkayê û jibo razîkirina Rêjîma Siyonîst pêk hat."

Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê îro Duşemiyê bi gotina vêya ku Amerîkayê dil heye projeya serdestiya li navçeyê û Israîl li dû projeya dagîrkeriyê ye, got: Tevgerên Berxwedanê ji ber ku li hemberî van komployann radiwestin, bi nêrîna wan divê bên şermerzarkirin û dorpêçkirin.

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê tevî pêgiriya li ser vêya ku biryara Almanyayê biryareke siyasî bû, got: Almanyayê tu hegerek derbarê têrorîstîbûna çalakiya Hizbullaha Libnanê raber nekiriye.

Seyid Nesrullah tevî amajeya bi vê yekê ky Tevgera Hizbullaê tu saziyeke girêdayî bi xwe li Almanya û Fransayê tuneye, destnîşan kir: Tevgera Hizbullahê bi salan e ku damezirandina saziyên girêdayî bi xwe nermaze li welatên ewropî û Amerîkaya Latînî rawestandiye.

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê her wiha bi gotina vêya ku ramana Filistînê, mijara sereke ya pîroz jibo Hizbullahê ye got: Biryara Almanyayê dijî Hizbullahê, dê bibe sebeba israra zêdetir ji berê ya tevgerê, jibo dewama riya Berxwedanê.

Seyid Hesen Nesrullah derbarê pesendkirina plana aborî li Libnanê jibo biserûberkiirna rewşa vî welatî jî got: Ev plan hewcedara piştevaniya neteweyî ye û divê di dema niha da nakokiyên siyasî bên wêdadayînê.

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê her wiha tevî amajeya bi daxwaza alîkariyê ya Libnanê ji Sindoqa navneteweyî ya dirêv, destnîşan kir: Hizbullahê esla daxwaza alîkariyê ji tu aliyekî li cîhanê red nake, lê napejirîne ku Libnan teslîmî vê sindoqê be.