May 03, 2020 19:47 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Sînayê li mideha çend mehan 126 terorîst û  15 leşkerên Misrê hatin kuştin

Li mideha çend mehan di encama zêde ji 16 operasiyonên artêş û hêzên ewlehiya Misrê li dijî terorîstên wekî endamên DAIŞ 126 terorîst hatin kuştin û 15 leşkerên misrî jî jiyana xwe ji dest dan.

Li gor IRIB Newsê, Artêşa Misrê îro bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku di encama zêde ji 16 operasiyonên paqijkirina parêzgeha Sînaya bakurî li mideha çendîn mehan 126 terorîst hatin kuştin û 266 terorîst hatin girtin û gelek sîlah, cebilxan û bombeyên wan terorîstan jî ketin destê artêşa Misrê. Herwiha li vê midehê 7 efser û 8 serbazên misrî jî jiyana xwe ji dest dan.

Di vî halî de Wezareta Hundir a Misrl vê sibeyê ragihand ku li nîvgireva Sîna ya Misrê di operasyoneke hêzên ewlekariyê ya îro de, 18 terorîst hatin kuştin.

Wezareta Hundir a Misirê ragihandiye ku li derdora bajarê Bi’ir El-Ebid a li bakurê Sîna, di navbera hêzên ewlekariyê û çeteyan de pevçûn derket û di encamê de 18 çete hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê leşkerên Misrê dest danîne ser 13 çek, 3 bombe û 2 cîhazên lêgerîna mayînan a çeteyan.

Pêncşema borî li parêzgeha Sîna, di encama teqîna erebeyeke leşkerî de, 10 leşkerên Misirê hatibûn kuştin.

Artêş û Hêzên ewlekariyê yên Misrê ji sala  2018 operasiyonên mezin li dij komên terorîst ku ya herî bi taluke koma bi navê "Wilayeta Sînayê" ye û bi koma terorîst a DAIŞê re beyet kiriye li dar xistine ku di encama wan de zêde ji 650 terorîst hatine kuştin û 50 leşkerên misrî jî jiyana xwe ji dest dane.