May 01, 2020 20:53 Asia/Tehran
  • Konseya Veguhestinê ya Başûrê Yemenê, Dewleta Mensûr Hadî nerewa da zanîn

Konseya Veguhestinê ya Başûrê Yemenê ku Imarat pişta wê digire, Dewleta Mensûr Hadî nerewa da zanîn.

Li gorî malpera Kanala Meyadînê, Konseya Veguhestinê ya Başûrê Yemenê îro Îniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta istîfakirî ya Mensûr Hadî bi hevahengiya tundrêyan, kiryarên leşkerî dijî vê konseyê gurrtir kirine.

Konseya Veguhestinê ya Başûrê Yemenê ku hefteya pêş li parêzgehên başûrî yên Yemenê xweserî ragihand di vê daxuyaniyê da careke din li ser xweseriyê pêgirî kir.

Wezzareta karên derve ya dewleta Mensûr Hadî ragihandiye ku sedema ragihandina xweseriyê ji aliyê Konseya Veguhestinê ya Başûrê Yemenê va girêdayîbûna vê konseyê bi hin welatên biyanî ye.

Çavkaniyên yemenî jî qala êrîşa îro ya hêzên Konseya Veguhestinê ya Başûrê Yemenê li ser hêzên hevpeymanê Erebistanê li navenda parêzgeha Sequtriyê kirin.