May 01, 2020 09:39 Asia/Tehran
  • Bertekên dijî biryara Almanyayê ya

Biryara Wezareta karên derve ya Almanyayê ya Têrorîstzanîna Hizbullaha Libnanê tûşî gellek rexneyan li Îran û navçeyê bûye.

Wezareta karên derve ya Almanyayê roja Pêncşemiyê bi armanca kişandina bala Rêjîma Siyonîst û Amerîkayê, tevî "Têrorîst" zanîna Hizbullaha Libnanê, çalakiyên vê komê li nav axa Almanyayê qedexe kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Seyid Ebas Mûsewî ev kiryara dewleta Almanyayê şermezar kir û got: "Wer xuya dike hinek welatên Ewropî helwêstên xwe bêyî berçavgirtina rastiyên Rojavaya Asyayê û tenê bi berçavgirtina armancên makîneya propagandaya Rêjîma Siyonîst û rêjîma şepirzze ya Amerîkayê hilêdixin."

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya ser vê yekê ku Hizbullaha Libnanê cîgeheke esasî di têkoşîna dijî koma tundrê ya DAIŞê jî hebûye û heye, got: Dewleta Almanyayê divê bersiva dûhatên nerênî yên biryara xwe li ser têkoşîna dijî komên rasteqîn ên têrorîst li navçeyê bide.

Tevgera Ensarullaha Yemenê: Kiryara Almanyayê li dijî Hizbullaha Libnanê şopandina bi nezanî ya Amerîkayê ye

Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku Kiryara Almanyyaê li dijî Hizbullaha Libnanê şopandina bi nezanî ya Amerîkayê ye

Tevgera Ensarullaha Yemenê tevî şermezarkirina kiryara dijminane ya Amerîkayê ya têrorîstzanîna Hizbullaha Libnanê ragihand ku ev biryara Almanyayê şopandina kor û bi nezanî ya Amerîka û Rêjîma Siyonîst û xizmeta bo projeya şeytanî û wêranker a wan li navçeyê ye.

Sûriyê jî kiryara Almanyayê ya dijî Hizbullahê şermezar kir

Wezareta karên derve ya Sûriyê kiryara dewleta Almanyayê ya Têrorîstzanîna Hizbullaha Libnanê şermezar kir.

Wezareta karên derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê, ev kiryara dewleta Almanyayê mîdaleke şanaziyê jibo Hizbullahê û mukurhatina aşkira derheqê rola wê tevgerê di têkoşîna dijî destdirêjiyên Rêjîma Siyonîst da zanîn.

Emîr Ebdullahiyan: Kiryara Amerîkayê dijî Hizbullaha Libnanê "Şaşitiya Stratejîk" e

Destyarê taybet ê Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di warê navneteweyî da Pêncşemiyê bi şev kiryara dijminane ya Almanyayê ya Têrorîstzanîna Hizbullaha Libnanê wek "Şaşitiya Stratejîk" bi nav kir.Hisên Emîr Ebdullahiyan Destyarê taybet ê Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di warê navneteweyî da li Twitterê nivîsî: Hizbullah beşeka girîng a civaka Libnanê, misogerkira ewlehî û yekparçetiya axa welêt û beşeke meclîs û dewleta Libnanê ye.Emîr Ebdullahiyan ji rayedarên almanî ra nivîsî: "Şopandina siyasetên qirêj ên amerîkî-siyonîstî, berjewendiyên navçeyî yên Bêrlînê dê bike ber xeterê."

 

El-Meyadîn: Rola Israîlê di Têrorîstzanîna Hizbullahê ji aliyê Almanyayê va heye

Kanala Meyadîna Libnanê roja Pêncşemiyê ji zarê medyayên siyonîstî ragihand ku Rêjîma Siyonîst bi dayîna agahiyên şaş bo Almanyayê alîkariya vî welatî kiriye ku Hizbullahê wek rêxistineke têrorîst bide zanîn.

Wezareta karên derve ya Erebistanê pişta biryara Almanyayê girt

Wezareta karên derve ya Erebistanê tevî pêşwaziya ji kiryara Almanyayê ya Têrorîstzanîna Hizbullaha Libnanê ji welatên din jî xwest ku biryareke wiha bidin.

Amerîka û Rêjîma Siyonîst piştî serketinên Hizbullaha Libnanê di têkoşîna dijî komên têrorîst li navçeyê, hewildanên jibo zêdekirina zexta li ser vê tevgerê zêde kirine.Hizbullahê wek endameke sereke ya Bereya Berxwedanê, roleke bingehîn di sekinîna li hemberî komplo û kiryarên bereya amerîkî-siyonîstî li navçeyê heye.Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê biryara Almanyayê şermezar kir

Almanyayê di halekî da Hizbullaha Libnanê daniye nav lîsteya rêxistinên têrorîst ku sala bihurî Niels Annen, Alîkarê Wezareta karên derve ya Almanyayê di hevopeyivînekê digel Kovara Şpîgelê ragihandibû ku Bêrlînê dil tune ku Hizbullaha Libnanê dayne nav lîsteya rêxistinên têrorîst.