Nîsan 30, 2020 18:45 Asia/Tehran
  • Almanya di pêngaveke siyasî de Hizbulaha Lubnanî xiste lîsteya terorê

Almanya di pêngaveke siyasî de û li gor xwesteka Amerîka û Rejîma Siyonîstî tevgera Hizbulaha Lubnanî xiste nav lîsteya terorê û hemû çalakiyên wê jî li ser xaka Almanyayê qedexe kirin.

Berdevkê  Wezareta Navxwe yê Almanyayê di twittekê de ragihand, Wezîrê Navxwe yê vî welatî Horst Seehofer hemû çalakiyên rêxistina Hizbulaha Lubnanî li Almanyayê qedexe kir.

Li gor Wezareta Navxwe jî, endamên hêzên ewlehiyê û polîsan ên almanî jî bi ser cihê wê rêxistinê de ku di nav xelkê Lubnanê û navçê qedr û qîmeteke xwe ya zav heye. girtin û hejmarek ji bergûmanên endambûna wê rêxistina gelanî û berxwedanê desteser kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Hizzbullaha Lubnanê tenê tevger e ku kariye sînorên Lubnanê li ber êrişên hovane ên Rejîma Siyonîstî bi parêze, herwiha vê tevgera berxwedana Îslamî kariye li şerê li dijî terorê alîkariya welatên wekî Sûriyê bike. Her ji ber vê yekê Lobya Siyonîst li Almanyayê û zext û zorên Rejma Siyonîstî ser vî welatî bûne sedem da ku Almanya vê tevgera bi bandor a berxwedanê bêxe nav lîsteya xwe ya terorê.Eva di rewşekê ye ku gelek ji komên piştgirê grûpên terorîstî yên wek DAIŞê û El-Nusreyê bi azadî ve li Ewropa û Almanyayê hewldanên xwe berdewam dikin.

Navendên agahdar jî dibêjin ku Almanya her sal ji ber bûyera Holokastê bi dizîîî ve pereyeek zav wek xeramet dide Rejîma SIyonîstî.

 Li gor îdiaya berpirsên Almanyayê, nêzîk 1050 endamên Hizbulah li wî welatî hene.

Parlemana Almanyayê di meha Kanûna bûrî de, pêşniyaza Seroka wezîran a Almanyayê Angela Merket ya derbarê qedexekirina hemû çalakiyên Hizbullaha Lubnanê bi vê îdiayê ku ev tevgera çalakiyên teroristî li Sûriyê encam dide, pesend kiribû .   

Ev di demekê de ye, Yekîtiya Ewropa baskê serbazî ya Hizbulaha Lubnanê  xistiye lîsteya terorê, lê ew biryar li ser baskê siyasî yê wê rêxistinê bicih nabe.