Nîsan 29, 2020 10:07 Asia/Tehran
  • Misirê ji biryara Hefter a ragihandina xweseriyê li Lîbiyê piştgirî kir

Wezareta karên derve ya Misirê tevî piştgiriya ji kiryarên general Hefter li Lîbiyê, ji wî xwest ku bi rayedarên Dewleta Yekîtiya Neteweyî ku Qahire wê wek têrorîstên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê bi nav dike, nekeve gotûbêjê.

Li gorî rapora Sky Newsa Erebî, Ehmed Hafiz, Berdevkê Wezareta karên derve ya Misirê Sêşemiyê bi şev tevî piştgiriya ji êrîşên Hefter got ku welatê wî sozdarê rêkara siyasî jibo bidawîanîna pevçûnan li Lîbiyê ye.

Vî rayedarê misirî her wiha got: Ev bi wateya sistiya derheqê sekinîna li hemberî tevgerên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê û gotûbêjnekirina rasterast digel van koman derbarê pêşeroja Lîbiyê nîne.

General Xelîfe Hefter, Fermandarê hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê Duşemiyê bi şev, 27ê Nîsanê di axaftineke televîziyonî wek wek hakimê Lîbiyê da zanîn û peymana sala 2015an a nasyar bi Sexîratê betalkirî da anîn.

Tirkiye pişta  Dewleta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbiyê bi serokatiya Fayîz Sirac digire û tê gotin vî welatî gellek hêzên xwe û têrorîstên sûrî yên bin sîvana piştgiriya xwe jibo şerê dijî hêzên Hefter şandine Lîbiyê.