Nîsan 27, 2020 19:32 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Siûdî xweseriya başûrê Yemenê red kir û banga pêkanîna Peymana Riyazê kir

Nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths bal kişand ser girîngiya pêkanîna Peymana Riyazê û piştî ku Hevpeymaniya Siûdî xwesereriya başûrê welêt red kir, nerehetiya xwe derbarê geşedanên dawîn ên li başûrê Yemenê de aşkera kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Yemenê Martin Griffiths bi daxuyaniyekê nerehetiya xwe derbarê biryara 25’ê Nîsanê ya ragihandina Meclisa Demkî ya

Başûrê Yemenê ji xweseriyê re anî ziman.

Vê daxuyaniyê piştrast kir ku guhartin û veguhartinên di demên dawîn de cihê mixabiniyê ye, nexasim ku bajarê Edenê û herêmên din ên başûr hîn jî bi xetereya Koronavîrusê (Covid-19) re rû bi rû ne.Wî di vî warî de bang li tevahiya aliyan kir ku hevkar bin û wiha pê de çû: "Divê çalakên siyasî li gorî mebesta xwe hevkar bin û berjewendiyên Yemenê ji bo xwe bikin karekî

sereke û biryarên derxistina nakokiyan nedin."

Meclisa Demkî ya Başûrê Yemenê duh ji bo başûrê Yemenê xweserî ragihand û Dewleta Istîfakirî ya Yemenê tawanbar kir ku di erkdariya xwe de ser neketiye.

Têkildarî vê yekê vê sibê careke din Hevpeymaniya Siûdî ya ku Erebistana Siûdiyê serkêşiya wê dike, ragihandina Meclisa Demkî ya xweseriyê ya li başûrê Yemenê red kir.